Adar 29, 2024 15:48 Asia/Tehran
  • Serokê Komara îslamî ya Îranê: Berxwedana xelkê Xezeyê, hevsengiya nedadmendane ya cîhanê rastî pirsgirêkê anî

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Xelkê Xezeyê tenê li benda piştgirîya hin welat û hikûmetên îslamî neman, belkî bi berxwedana xwe ya bêhempa, hevsengiya nedadmendane ya cîhanê li hev xistin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî li hevdîtina Zeyad Nexale Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Islamî ya Filistînê, ji mêrxasîya komên berxwedanê li Xezeyê li hember cinayetên dijminê siyonîst û  rêz girt û ser yekrêziya komên filistînî teqez kir û got:  Îro rojê Xeze meydana serkeftin û berxwedanê, berxwedan û baweriya gelê Filistînê li hember  rûpela tarî û  tijî zilm û zordarî û cinayetên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser serwerîya gotûbêjê ya komên  berxwedanê û gelê Filistînê di îsbatkirina bijardeya berxwedanê wek tenê bijardeya rûbirûbûna li hember hovîtî û cinayetkariya Rejîma dagîrker a Siyonîst, bi taybetî ji bo   şarezayên siyasî yên cîhanê û  û her wiha derewbûna  bê işkestbûna vê rejîmê û got: Xelkê Xezayê îsbat kirin ku ev Rêjîm di ti astê de pabendî tu yasa û peymanên navdewletî û pirensîpên mirovî nîne.Raîsî destnîşan kir ku  heman bi wê sedemê ku Filistînê mafê jiyanê heye, mafê berxwedanê jî heye û teqez kir her kesê ku berxwedana Filistînê red bike, di rastiyê de mafê jiyanê yê Filistînê jî red kiriye.

Ziyad Nexale, Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî li vê hevdîtinê de ji piştgiriya gelê Îranê ji armancên berxwedan û aramiya gelê Xezeyêsipasî kir û got: Îro gelê Filistînê, bi berxwedana xwe dijminê siyonîst û hevalbendên wê taybetî Amerîka matmayî kirine. 

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê her wiha ji destek û piştevaniya bereya berxwedanê ji gelê Filistînê sipasî kir  û got ku  û ev piştgirîya bêmînak ji bilî  ku morel û viyana dilê xelkê Xezeyê xurt kir hilgirê ev eyama girîng bû  ku gelê Filistînê di têkoşîna dijî dijminê siyonîst de bi tenê nîne.

Serepeyv