Adar 09, 2024 09:13 Asia/Tehran
  • Îran yek ji 10 welatên herî pêşketî di warê berhemanîna polayê li cîhanê

Komara Îslamî ya Îranê di nav 10 welatên berhemhênerên polayê li cîhanê de ye.

Ebas Elîabadî Wezîrê  Pîşesaziyê yê Komara Îslamî ya Îranê li merasima destpêkirina  xebata karistanaZemzemê -3 ya Kompaniya polyaê ya Xûzistanê de got: Pîşesazî rêya geşatiya Îranê ye û dirûşma vê wezaretê jî berfirehkirina şîrketên zanistî û şîrketên pîşesazîiyê ye.Elîabadî her wiha got: Yek ji bernameyên Wezareta Pîşesaziyê peydakirina bazar û kêmkirina bikaranîna enerjiyê ji bo kompaniyên pîşesazî li Îranê ye û avakirina karistana Zemzemê- 3 jî di çarçoveya cîbicîkirina vê planê de ye.Elîabadî diyar kir: Avakirina karistana Zemzem -3 ji bo geşepêdana pola kesk  ye û îro Îran yek ji 10 welatên pêşketî ên berhemhênerên polayê li cîhanê ye.Wezîrê pîşesaziyê yê Îranê her wiha diyar kir: Parêzgeha Xûzistanê navenda berhemanîna hesinê  nerm û lûf e û sedî 17 ji vê hesinê li vê parêzgehê dê were berhemanîn.

 

Serepeyv