Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Mantiqa Komara Îslamî ya Îranê rawestana li hember Bereya îstikbarê ye
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê mantiqa olî, hizrî û mirovî ya Komara Îslamî ya Îranê rawestana li hemberî bereya îstîkrarê da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî îro li hevdîtina bi serok û endamên meclisa şarezayên rêberiyê di warê şirovekirin û ronîkirina mantiqa rawestanaKomara Islamî ya Îranê li himber zaliman got: Hetanî beriya damezrandina Komara Îslamî, tenê bereya heyî li cîhanê bereya demokrasiyê ya girêdayî demokrasiya lîberal a rojava bû, lê bi serketina inqilaba islamî, bereyeke nû ser bingeha demokrasiya îslamî hat avakirin, ku bêguman li dijî bereya demokrasiya rojava derdiket.
Wî got ku modela demokrasiya îslamî li Îranê, dibe sedem berjewendiyên bereya demokrasiya rojava bikeve xeterê û nakokî û dijberiyên berdewam ên wê bereyê li himber nizama islamî bên destplêkirin û got:
Hegera ku ku ev hest bi metirsî û xeterê dikin ewa bû ku ku di eslê nizama demokrasiya rojava de îstikbar û destdirêjiya li mafên gelan, şerxwazî û rijandina xwînê ya bê reje ji bo bidestxistina desthilatdariyê heye, ku şeghediya wê kolonîzekirina gelek welatên Asya, Afrîqa û Amerîkaya Latîn di sedsala 19-an de, yanî di serdema berfirehbûna slogan û îdiayên wan ên di warê demokrasî, azadî û mafên mirovan de ye.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî girîngtirîn mijar û nêrîan bereya Demokrasiya Îslamî ji ber mahiyeta wê ya îslamî rawestana li himber van cure zilm û zordariyan da aznîn û di bersiva vê pirsê de ku çima Komara Îslamî li himber bereya îstikbarê radiwetste, got: Îrana Îslamî li gel welat, hikûmet û neteweyan e, bi serê xwe tu nakokiyek tine, belkî li dijî zulm û destdirêjiyê ye ku di hundurê bereya demokrasiya rojava de heye
Hezretê ayetulah Xamineyî bûyerên diltezîn ên Xezeyê mînaka eşkere ya zilm û destdirêjiya bereya îstikbarê li dijî xwediyên erdekê û kuştina hovane ya jin û zarokan û wêrankirina mal û milkên gelên Xezeyê da zanîn û got: Dijberiya Komara Îslamî ya Îranê ji xwe dijberiya li himber van zilm û cinayetan e ku tevî mehkûmkirina wê ji aliyê her aqil, urf, şerîet û wijdanê mirovî ve, lê ji aliyê Amerîka, Îngiliz û hin welatên ewropî ve tên piştgirîkirin.
Wî Tekezkir: Divê ev mijar zelal û eşkere be ku li bereya îstikbar, zordarî, destdirêjî û kuştin di bin navê demokrasî, mafên mirovan û azadîxwaziyê de veşartiye.
Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser wê yekê ku divê Komara Îslamî hertim alahilgir û pêşengê rawestana li himber îstikbarê be û got:
Divê her roj alaya têkoşîna li dijî îstikbarê berfiretir û bilindtir bibe û qet nehêlin ku ev alaya ji Komara îslamî ya Îranê were istandin.
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî her wiha şirovekrina mantiqa Komara Îslamî ya Îranê di warê rawestan û li ber mustekbiran bo nifşên nû ji karekî girîng nirxand û got: Xweşbextane di dereqa zêdetir ji çar deheken temenê Komara Îslamî ya Îranê de, rûvek, cbere û helwêlsta rawestana li hember îstikbarê ji cîhanê re hat nîşan dayîn.