Adar 07, 2024 07:49 Asia/Tehran
  • Serdar Qaanî: Bereya berxwedanê hîna hemû zirûf û derfetên xwe bi kar neaniye

Fermandê Hêza Qudsê yê Sipaha Pasdaran got: Îro bereya berxwedanê bi taybet hêzên Hemasê di operasyona bahoza El-Eqsayê de bi palpiştiya îman û çekên ku hene, helwesteke tund girtine ber xwe û bi qehremanî êrişî artêşa rejîma Israîlê rastî pirsgirêkeke cidî anîne.

Serdar Îsmaîl Qaanî, fermandê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li axiftinekê li dawîn civîna fermî ya dewra pêncem a meclisa şarezayên rêberiyê got: Xortên filistînî ku berê  bi destên vala û bi keviran li xwe berevanî dikirin, îro bereya berxwedanê bi taybetî hêzên Hemasê di operasyona bahoza El-Eqsayê, helwesteke tund  bi palpiştiya bawerî û çekên ku di destê wan de ye girtine û bi qehremanî artêşa Israîlî rastî pirsgirêka cidî anîne. 

Fermandê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdaran destnîşan kir: Siyonîstan di vî şerî de nêzî 40 hezar kes kuştine ku piraniya wan jin û zarok in û eva di halkeî de ye ku ciwanên filistînî  karîne ax û rûmeta xwe biparêzin û bi berxwedana xwe Îsraîlê lawaz bikin.Serdar Qaanî got : Şerê Xezeyê nîşan da ku bereya berxwedanê komeke girêdayî  hev û yekrêz e ku gelek şiyanên wê hene û heta niha hemû  zirûf û şiyanên xwe bikar neaniye.

Serepeyv