Adar 02, 2024 06:47 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Afrîqayê di siyaseta derve ya dewletê de xwedî cihekî girîng e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têkiliyên bi Afrîqayê re bi giştî û peywendiyên bi welatên Îslamî li Afrîqayê bi şikleke taybet di siyaseta me ya derve de cihekî gelek giring heye.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî berî ku ji Tehranê here Cezayirê, got ku divê em di destpêkê de ji Xwedayê mezin re ji bo beşdarbûna bi coş  axelkê li ser sindoqên dengdanê spasiyê bikin û got: Divê ez spasiya xelkê bikim ji bo demnasiya wan û berpirsyariya wan.

 Wê di derbarê sefera xwe ya Cezayirê de jî diyar kir ku ev sefer li ser vexwendina Serokkomarê Cezayirê cih tê û bona beşdariya di heftemîn civîna serokên Meclisa Welatên Hinardekarên gazê de cih tê û diyar kir: Di vê seferê de du mijar balkêş in, ya yekem civîna dualî ya li ser asta serokomaran e. Em li ser vê baweriyê de ne ku Cezayîr welatek e ku li hemberî kolonyalîstan rawestiyaye û gelê me  ji xelkê Cezayîrêdi  di warê rawestan û berxwedanê de bîranînên pir xweş heye.

Rayîsî tekez kir: Xala din jî şerê li dijî yekalîxwaziyê ye ku îro rojê Cezayir û Komara Îslamî ya Îranê û gelek welatên cîhanê vê nêrînê qebûl dikin ku divê li dijî yekalîxwaziyê rawestin.Serokomarê Îranê li bara nêrîna hevpar a du welatan li piştgiriya gelê mezlûm û bi hêz ê Filistîn û Xezeyê got: Meseleya Filistînê ku îro ne tenê meseleya cîhana îslamê ye belkî meseleya mirovahiyê ye ku emê bêgumn li ser wê gotûbêjê bikin.

Serepeyv