Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî: Bawerî bi xwestek û dengê piraniya gel û Îslamê, sedema îstiqrar û pêşketina Îranê ye
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê bawerî bi xwestek û dengê piraniya gel û Îslamê, sedema îstiqrar û pêşketina Îranê da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro Şemiyê li hevdîtina bi karbidestên Kongreya 24 hezar şehîdên parêzgeha Xuzistanê (başûrê rojavayê Îranê) hemase û muicizeya xelkê Xûzistanê li serdema Berevaniya pîroz,encama hevgirtina hewildana xelkê û baweriya îslamî da zanîn û bal kişand ser dîqet û baldariya Îmam Xumeynî (RE) di bijartina peyva Komara Îslamî û got: Tişta ku bû sedema istiqrarû pêşketina Îrana Îslamî û derbaskirina gelek astengî û komployan, hevgirtina baweriya bi deng û xwesteka gel û Îslamê bû û di pêşerojê de jî rêya çareseriya pirsgirêkan, berdewamkirina vê bîr û hizrê ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişande ser vê yekê ku pirsgirêka herî giring a dijminên Komara Islamî ya Îranê nasnekirina gelê Îranê û nasnekirina Îslamê ye û destnîşan kir: Dijminên gelê Îranê li gorî texmîn û planên xwe piştrast bûn ku Komara Îslamî ya Îranê dê 40 saliya xwe nebîne, lê bi koriya çavê wan pêşketina Îranê nehat rawestandin û bi kerema Xwedê û bi hewildan û viyana gel û baweriya olî, ev pêşketin dê bidome jî.
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî di beşeke din a axaftinên xwe de, rewşa îro ya Filistîniyan weke mînakeke din ji mocizeya palpiştiya gel û baweriya olî bi bîr xist û got: Xweragiriya hêzên berxwedanê û dilsarkirina dijmin ji têkbirina wan û her wiha sebra xelkê Xezeyê li hember bombebaran û karesatan nîşana baweriya olî ya bi hêz a vê xelkê ye.
Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser eşkerebûna derewbûna îdiayên şaristaniyeta weatên rojavayî derbarê mafên mirovan û durûtiya rojavayiyan li mesela Xezeyê û got: Rojavayî ku ji bo îdamkirina sûckarekî hellahellayê bi rê dixin, li himber kuştina 30 hezar mirovên bêguneh li Zîvala Xezeyê, çavên xwe girtine û Amerîka bi bêşermî û bo cara çendan biryarnameya rawestandina bombebarana Xezeyê vêto dike.
Wî tekez kir: Eva rûyê rastîn ê çand û şaristaniyet û lîberal demokrasiya rojava ye ku siyasetmedarên wê li rûvek de tîtal û bi ken e, lê di hundir de kûçikekî har û gurekî xwînmij e.
Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li dawiyê de destnîşan kir: Em piştrast in ku ev şaristaniyeta rojava û ev barê xwar naghêje tu warî û çanda heq û mentiqê rast ê Îslamê dê li ser van hemûyan bi ser bikeve.