Sibat 21, 2024 19:56 Asia/Tehran
  • Teblîxatên Hilbijartinên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê sibe dest pê dibin

Teblîxatên Hilbijartinên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê dê ji berbanga Pêncşemiyê va dest pê bibin.

Berdevkê Erkantiya Hilbijartinan a Wezareta Karên Hundir a Îranê got: Teblîxatên 15 hezar berbijêrên Hilbijartinên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê ji berbanga Pêncşemiyê va dest pê dibin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Muhsin Îslamî her wiha got: Ji saet 00:01 a roja Pêncşemiyê va dê rikeberiyên hilbijartinê yên Dora 12an a Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê dest pê bibin û dê heta 8ê sibeha 29ê Sibatê va dê bên domandin.

Serepeyv