Çile 05, 2024 16:44 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Hejmarek ji sebebkarên teqînên terorîstî yên li Kirmanê hatin desteserkirin

Wezîrê karên Navxwe yê Îranê ragihand, hejmarek ji sebebkarên teqînên li Kermanê, hatine girtin.

Ehmed Wehîdî derbarê lêkolînên ku bona naskirina sebebkarên teqînên terorîstî yên li Kirmanê hatine encamdan got: Bi şiyanên dezgehên îtileatî yên Îranê, nîşaneyên gelek baş hatin dîtin û beşek ji wan kesên ku di vê bûyera terorîstî de dest hebûn hatin girtin  ku dê bi zûtirkê ji aliyê dezgehên îtiletatî yên Îranî ve ew kes bên nasandin. 

Wezîrê Navxwe yê Îranê diyar kir ku niha  her tişt kontrola dezgehên îtileatê de ye û got:  Emê li himber liv û tevgerên terorîstî yên ku ji aliyê rejîmên terorîst ve tên piştevanîkirin,  bi micidî û lezgînî rawestin. 

Cîgirê Wezîrê Karên Navxwe yê welatê  di beşa karûbarên ewlehiyê de  her wiha got:

Di bûyera terorîstî ya Kirmanê de, leşkerên nenas ên Îmam Zeman li 5 bajar û 5 parêzgehan kesên curbcur desteser kirine  ku ew kes pêwendiya wan bi vê bûyerê re hebûye. 

Di encama êrişa terorîstî ser merasima salvegera şehadeta  Serdar Silêmanî  li Kirmanê de  de 89 kes şehîd bûn.

Serepeyv