Çile 04, 2024 10:04 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr: Bila cinayetkar bizanibin eskerên rêya Sulêymanî hovîtî û cinayetên wan qebûl nakin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê piştî şehîdbûna komek ji ziyaretkerên tirba şehîd Silêmanî teqez kir: Bila cinayetkar bizanibin ku eskerên rêya Sulêymanî rezîlî û cinayetên wan tehemul nakin.

Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da destnîşan kir ku cinayetkarên  dilkevir nikarin eşq û kelecana xelkê ji bo ziyareta  mezarê serdarê  xwe yê mezin Qasim Sulêymanî tamul bikin û tekez kir:

Destên ku bi xwîna kesên bêguneh lewitîne û çi mejiyên fesad û xerab  ku ew ji rê derxistine ji niha û pê  de dê bên serkutkirin û cezakirin  û bila bizanibin  ku ev karesat dê rastî berdêleke  giran were. 

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha   ji şehadeta komek ji hevwelatiyên Îranî sersaxî da malbatên  şehîdên vê bûyera terorîstî  û hevxemiya xwe bi birîndarên re ragihand.

Êvara çarşemiyê di salvegera şehadeta Fermandeyê berê yê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê, hecî Qasim Silêmanî de, li ser rêya Golzara Şehîdan a Kirmanê, du teqînên terorîstî di navbera ziyaretkeran de qewimîn ku di encamê de 103 kes şehîd û 211 kes  jî birîndar bûn.

 

Serepeyv