Çile 04, 2024 09:24 Asia/Tehran
  • Reîsî: Teror dê yekîtî, ewlehî û stratejiya neteweya Îranê de têk nede

Seyîd Îbrahîm Reîsî,Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyeke telefonî bi serokomarê Tirkiyê re got: Dijminên gelê Îranê wer dzanin ku bi rêya terorê dikarin bigihin armancên xwe yên ne-rewa, lê gelê Îranê selmaniye ku ev cinayet nikarin di hevgirtin, ewlehî û stratejiya wê denakokiyan derxînin.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî li peywendiya telefonî bi  Berceb Teyib Erdogan re , tevî sipasiya ji wî ji ber hevxemiya wan li hember gelê Îranê piştî êrişa terorîstî ya li ser Golzara Şehîdan a li Kirmanê, got: Ev bûyera terorîstî di salrojê de û li nêzîkî tirba şehîdekî de qewimiye ku wek  lehengê şerê li dijî terorîzm û tundûtûjiyê li herêmê tê naskirin.Reîsî destnîşan kir: Pêşeroj ya gelê  Filistînê ye û cinayetên siyonîstan  dê encama we tinebin. Hêvîdar im bi hevkarî, hemahengî û rawêjkariyên Îranê bi welatên din re, maşîna cengê ya Rejîma Siyonîst zûtirkê were rawestandin û xelkê Xezeyê ji karesata niha rizgar bibin.

Di vê pêwendiya telefonî de, Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi şandina peyameke nivîskî ya  sersaxiyê ji Serokomar, hikûmet û gelê Îranê kir û êrişa terorîstî ya li ser tazîdarên salvegera şehadeta Serdar Silêmanî şermezar kir û got ku ev êrîşa hanê careke din  eşkere pêwîstiya tekoşîna cidî li hember her cure  şiklên terorîzmê nîşan da û Tirkiye jî di şerê dijî her cure şiklên terorîzmê de li kêleka Komara Îslamî ya Îranê  de ye.Wî got: Êş û azara gelê Îranê êş û azara gelê Tirkiyê ye û ji dil û can sersaxiyê dibêjim we û gelê bira û dost yê  Îranê dikim û ji bo şehîdên  vê bûyerê sersaxiyê û ji birîndaran re jî silametiyê dixwazim.

 

Serepeyv