Hevjîna Serokomarê Îranê: Naskirina bedewiyên malbatê ji cîhanê re erkê jinên berxwedanê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i345692-hevjîna_serokomarê_Îranê_naskirina_bedewiyên_malbatê_ji_cîhanê_re_erkê_jinên_berxwedanê_ye
Hevjîna Serokê Komara Islamî ya Îranê nasandina bedewiyên malbatê bi cîhanê re erkê jinên berxwedanê da zanîn.
(last modified 2023-12-30T09:10:02+00:00 )
Kanûn 30, 2023 12:29 Asia/Tehran
  • Hevjîna Serokomarê Îranê: Naskirina bedewiyên malbatê ji cîhanê re erkê jinên berxwedanê ye

Hevjîna Serokê Komara Islamî ya Îranê nasandina bedewiyên malbatê bi cîhanê re erkê jinên berxwedanê da zanîn.

 

Hevjîna serokê Komara Islamî ya Îranê li konferansa navneteweyî ya jinên bibandor bi amadebûna jinên bereya berxwedanê got:

Berxwedana Filistînê îro ji bo cihhatina heqîqetê û pûçkirina batil dest pê bûye lê Împaratoriya medyaya Amerîkayê rê nade ku cîhan dengê Filistînê bibihîze, lewma divê her kes dest bi cîhada şirovekirin û tebyînê bike.

Cemîle  Elem Ul- Huda bal kişand ser hewldanên dijminan ji bo guhertina çanda keç û xort, zarok û nûgîhayan û got: Erkê jinên şoreşger û berxwedêr e ku bedewiyên malbatê, fedekarî û wefadariya xwe bi cîhanê bidin nasandin û  dewsa teqeziya li ser zayenda jinê, divê ser zewaca jin û mêran teqez bikin.

Hevjîna Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna  li goristana  Rozet El-Şehîdîn a Beyrûtê  hêviya xwe anî ziman ku dema Filistîn û berxwedan bi ser ketin li vê derê  cejn û şahiya serketinê were lidarxistin.