Hevjîna Serokomarê Îranê: Naskirina bedewiyên malbatê ji cîhanê re erkê jinên berxwedanê ye
Hevjîna Serokê Komara Islamî ya Îranê nasandina bedewiyên malbatê bi cîhanê re erkê jinên berxwedanê da zanîn.
Hevjîna serokê Komara Islamî ya Îranê li konferansa navneteweyî ya jinên bibandor bi amadebûna jinên bereya berxwedanê got:
Berxwedana Filistînê îro ji bo cihhatina heqîqetê û pûçkirina batil dest pê bûye lê Împaratoriya medyaya Amerîkayê rê nade ku cîhan dengê Filistînê bibihîze, lewma divê her kes dest bi cîhada şirovekirin û tebyînê bike.
Cemîle Elem Ul- Huda bal kişand ser hewldanên dijminan ji bo guhertina çanda keç û xort, zarok û nûgîhayan û got: Erkê jinên şoreşger û berxwedêr e ku bedewiyên malbatê, fedekarî û wefadariya xwe bi cîhanê bidin nasandin û dewsa teqeziya li ser zayenda jinê, divê ser zewaca jin û mêran teqez bikin.
Hevjîna Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li goristana Rozet El-Şehîdîn a Beyrûtê hêviya xwe anî ziman ku dema Filistîn û berxwedan bi ser ketin li vê derê cejn û şahiya serketinê were lidarxistin.