Kanûn 23, 2023 16:43 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îran ji berfirekirina peywendiyên bi Misrê pêşewzaiyê dike

Serokê Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja telefonî bi serokomarê Misrê re, ser berfirekirina peywendiyên her du welatan li warên curbicur tekez kir.

 

Seyîd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja telefonî bi Ebdulfetah Sîsî serokomarê Misrê  re got: Îran ji berfirekirina peywendiyên bi  welatê dost û misilman, Misrê pêşewaziyê dike.

Serokomarê Îranê di vê pêwendiya telefonî de bal kişande ser vê yekê ku îro teoriya Komara Îslamî ya Îranê ku Rejîma Siyonîst ofeya pençeşêrê  û metirsiyek cidî li dijî ewlehî, aramî û aştiya navçê ye, ji bo her kesî eyna bûye. îro jî  gişt dizanin ku Amerîka tevî ku bi durûtî bang li her kesî dike ku  ser hemdê xwe bin, lê hema bi xwe piştgir û sebebkarê sereke yê berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst e.

 Ebdulfetah Sîsî , serokkomarê Misrê jî di vê peywendiya telefonî de got: Îran û Misir ji ber cih û şûna xwe ya dîrokî û şaristanî ya bilind û hebûan zirûfên curbicur, dikarin roleke bibandor di pêkanîna aramî û ewlehiya navçê de bilîzin. .

Serepeyv