Kanûn 23, 2023 16:30 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Hilbijartin bingeha alûgur û çareseriya pirsgirêkan e

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina bi coş a bi hezaran kes ji xelkê parêzgehên Xûzistan û Kirmanê li Îranê, hilbijartinên 1`ê Adara 2024an pir girîng, bi çarenivîs, çareseriya pirsgirêkan û zemînesazê alûguran da zanîn.

 

Hezretê ayetulah Xamineyî di vê hevdîtinê de, di şirovekirina girîngiya xal û mantiqa hilbijartinan di Komara Îslamî de got: Cimhûriyet û  Îslamiyet her du jî girêdayî hilbijartinan in. Ji ber ku cihhyhatina cimhûriyet û gelsalarî û serweriya xelkê di rêveberiya welêt de tu rêyeke din  ji xeynî lidarxistian hilbijartinan tine. 

Hezretê ayetulah Xamineyî ,nebûna hilbijartinan  sedema derketina dîktatorî yan  bêserûberî û  bêewlehî û aloziyê da zanîn  bi rexnekirina  li kesên ku bi awayên curbicur xelkê ji beşdariya di hilbijartinan de dilsar dikin, destnîşan kir: Hilbijartin tenê rêya rasteqîn e ku dikare serweriya neteweyî ya gel misoger bike.

Rêberê giranqedir ê inqilabê, beşeke din a axavtina xwe behsa meseleya navneteweyî û îslamî li Xezeyê  kir û got: Ev bûyer ji du aliyan ve bêmînak e; Hem ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, ji ber ku ev hovîtî, cinayetkarî, xwînxwarî, zarokkujî, xerabkarî, hovîtî û avêtina bombeyên kevirşikên bi ser serê nexweş û nexweşxaneyan de nehatiye dîtin û ji aliyê xelk û têkoşerên Filistînê ve, ev sebr, berxwedan û dînkirina dijmin  bêmînak e û qet heta nih neqwmiye. 

Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser vê yekê: tevî ku  av, xwarin, derman û ardû negihêje xelkê Xezeyê lê ew wek çiya radiwestin û  ji ber vê teslîmnebûna wan  ew dê bi ser bikevin ji ber ku Xwedê bi sebiran re ye. Weke ku îro nîşaneyên serketinê îro rojê  tên dîtin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilabê, lawaziya Rejîma Siyonîstî tevî  hebûna  ew hemû alavan û îmkanatê  yek ji berûlayên din ê girîng ên vê rûbirûbûna bêhempa da zanîn û li ser xaleke bingehîn  sekinî û got: Işkesta Rejîma Siyonîst di vê bûyerê de weke işkesta Amerîkayê ye û îro li cîhanê ti kes di navbera rejîma dagîrker û Amerîka û Inglîzê ferqekê dayne  û her kes dizane ku ev hemû yek in.

Wî vetokirina çend biryarnameyên Konseya Ewlehiyê  ji bo agirbesê û rawestandina bombebaranan kiryareke bêşermane û kirêt  ji aliyê Amerîkayê û hevkariya wan bi Rejîma Siyonîstî ji bo bombebarankirina zarok, jin, pîr, nexweş û kesên din ên bêberevan bi nav kir û got:  Alîkariya berxwedanê, erka hemû kesî ye û alîkariya bo Rejîma Siyonîst sûc û xeyanet e.

Hezretê ayetullah Xamineyî berpirsyariya hikûmetên îslamî da zanîn ku nehêlin kelûpel, nift û ardû bigihêje Rejîma Siyonîst, ku heta niha rê nedaye  heta av jî bigihêje destê  xelkê Xezeyê û destnîşan kir: Îro wijdanê cîhanê birîndar bûye. Xelk li Amerîka û Ewropayê dadikevin kolanan û hinek ji kesayetiyên siyasî û serokên zanîngehan û zanyarên wan piştgiriya hikûmetên xwe ji Rejîma Siyonîst protesto dikin, lê hinek hikûmet alîkariyên xwe  bo rejîma zordar berdewam dikin. Hezretê ayetullah Xamineyî teqez kir: Bê şik serkeftin  ya bereya heq e û Rejîma dagîrker a Siyonîst   dê  ji nav here û em hêvîdar in ku hûn ciwan vê paşerojê bi çavên xwe bibînin.

 

Serepeyv