Kanûn 09, 2023 09:50 Asia/Tehran
  • Dawîn alûgurên Filistînê mijara gotûbêja Emîr Ebdullahiyan bi Îsmaîl Heniye û Ziyad Nexale re

Husêyn Emîrabdollahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja telefonî y bi Îsmaîl Heniye serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê û Ziyad Nexale sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê re dawîn alûgurên Filistînê hilkolandin.

Husêyn Emîrabdollahiyan li peywendiyeke telefonî bi Îsmaîl Heniye,  Serokê nivîsgeha  siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, ew derbarê kiryar û tevgerên dîplomatîk ên herî dawî yên welatên îslamî û erebî û Komara Îslamî ya Îranê li qada navneteweyî ji bo piştevaniyê gelê Filistînê û mehkûmkirina cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst û rawestandina cinayetan, bi awayekî hovane welatiyên li Xeze û rexê Rojava  agehdar kirin.

 Îsmaîl Heniye serokê mekteba siyasî ya tevgera HAMAS`ê jî spasiya helwestên Îranê  di warê piştgiriya ji gelê Filistînê û hewldanên dîplomatîk ên berfireh ên Îranê li qada navçeyî û navneteweyî ji bo bidawîanîna cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filistînê sipasî kir û, rewşa Xezeyê di bin sîbera dewama cinayetan û kuştina sivîlan ji aliyê dewleta Filistînê  ji aliyê rejîma Siyonîst ve şrove kirin.Di  vê peywendiya telefonî  bi Nexalê re  Emîr Ebdullahiyan bal kişande ser pêwîstiya karekî lezgîn û bi bandor ji aliyê civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî ji bo rawestandina cinayetên cengê yên Rêjîma Siyonîst û Ziyad Nexale jî di vê gotûbêîjê de tevî sipasiya ji helwsta  Îanê raporek  ji dawîn alûgurên meydanî û amadetiya tam a komn berxwedana Filistînê bona rawestna li ber êrişên hovane  yên Rejîam Siyoîst li dijî xelkê bêbereban ê Xezeyê raber kir.

 

Serepeyv