Kanûn 07, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • Hewldana rawestandina bombebaranê û rakirina dorpêça Xezeyê, mijara gotûbêja Reyîsî li Moskowê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Pêncşemiyê li ser vexwandina Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê çû Moskowê.

 

Îbrahîm Reîsî berî ku ber bi Rûsiyê ve here, li balafirxaneya Mêhrabadê got: Hewldanên ji bo rawestandina bombebaranê û rakirina dorpêça  Xezeyê û herwiha gihandina alîkariyan ji bo Filistînê, dê  mijara rawêjkariyên li sefera Moskowayê be. 

Reyîsî got: Ev sefer bi armanca  rawêjkariya derbarê  mijarên hestiyar ên herêmê û berfirekirina peywendiyên her du welatan di warên curbicur de tê kirin.

Reyîsî  bal kişand  ser vê yekê ku ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera her du welatan û berjewendiyên navçeyê de gavên baş hatine avêtin û got: Her du welat li aştî û aramiya navçeyê dinêrin û nêrîna me ya hevbeş li ser meselên navçeyê û dervey navçeyê  heye. 

Serokê Komara Islamî ya Îranê bihêzkirina hêlên enerjî, pîşesazî û çandinîyê yek ji warên hevkarîya Îran û Rûsiyê da zanîn û teqez kir :hewldana lezgîn ji bo rawestandina bombebarana  Xezeyê û rakirina dorpêça li ser gelê Xezeyê û alîkarî ji bo Filistînê û bidestxistina mafên gelê Filistînê ji wna mêhwerên rawêjkariyên di vê seferê de ne.

 

Serepeyv