Emîr Ebdullahiyan: Pêşeroj bo Rejîma Siyonîstî dê pir xirab be
Wezîrê karên derve yê Îranê Husêyn Emîrebdullahiyan û serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê, Şêx Muhemmed Bin Ebdulrehman Alê Sanî li gotûbêja telefonî, dawîn alûgurên li Xezeyê û rexê Rojava û cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî Filistînê hilkolandin.
Husêyn Emîr Ebdullahiyan di gotûbêja telefonî bi serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê re got: Berxwedana Islamî heta niha bi tundî bersiva êrişên Rejîma Siyonîst daye û bi vê pêvajoyê pêşeroj dê ji bo vê rejîmê gelek xirab be.
Wezîrên karên derve yên Îran û Qeterê bi şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî jin û zarokan li Xezayê û rexê rojavaya çemê Urdinê, daxwaza rawestandina demlidest a cinayetên cengê, jînosayd û binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ji aliyê Rêjîma Siyonîst û tedbîra demlidest a civaka navneteweyî kirin.
Emîr Ebdullahiyan û Muhemed Bin Ebdulrehman Al-Sanî herwiha biryarnama pêşniyarkirî ya li konseya ewlehiyê ya NY derbarê alûgurên Xezeyê û rexê rojava çemê Urdinê bona pêgiriya civaka cîhanî ser rêçareya siaysî bo vê mesekê dan zanîn.