Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê: Nabe Grossî helwesteke nehişmendane nîşan bide
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Mixabin rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê,qala rêketinên derbarê bernameya navokî dike ku ne di asta berpirsyariya wî de ye.
Bêhrûz Kemalwendî derbarê axiftinên vê dawiyê yên Rafaêl Grosî, rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li bara pêwîstiya îmzakirina Rêketinama 2`ê bi Îranê re, got: Erka rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê tenê di çarçoveya kiryarên teknîkî de ye û divê rêvebirê giştî raporên rastîn, dûr ji hestan raber bike.
Kamalondî got: Mixabin rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê behsa hevhatinên derbarê bernameya navokî ya Îranê kiriye, ku ne li gor bike.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Heta niha ji xeynî Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, tu kesî li bara Bernama navokî ya 2 neaxiviye û ev helwest seyr û çavrênekirî ye.
Kemalondî her wiha bal kişande ser biryara Îranê ya li venhêrîna li berdewamiya karê hejmarek ji çavdêrên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê yên Fransî û Almanî û got: Li gorî xala 9`ê ya Rêketinê, her welatek mafê xwe heye ku pêşniyarekê bipejirîne na nepejrîne heta dikare piştî ku pêşniyarek qebûl kir , wê betal bike.