Mijdar 27, 2023 15:27 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî:Çêkirina Dêylemanê şaheserekî dîroka hêza deryayî ya Îranê ye

Serokê Erkantiya Giştî ya hêzên çekdar ên Îranê, bal kişand ser taybetmendiyên gemiya Dêylemanê û çêkirina vê paporşikênê wek şaheserekî dîroka hêza deryayî yawelêt bi nav kir.

 

Serdar serleşker Mihemed Baqirî Serokê Erkantiya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê di merasima tevlîbûna paporşikêna xwecihî ya Dêylemanê  li navçeya çaran a paporên Bakur li bendera Enzeliyê diyar kir ku ev paporşikên yek ji  paporên herî pêşketî yê Hêza deryayî ye û ji poporşikênên herî bi navû deng ên cîhanê tiştek kêm tine û ji aliyê Hêzên deryayî yên Artêş, Wezareta Berevanî û herwiha şîrketênn zanistî yên Îranêhatiye çêkirin.

Sererkan Baqirî bal kişand  ser vê yekê ku  paporşikêna  Dêylemanê peyama aşitî û dostayetiyê dide hemû cîranên Komara Îslamî bi taybetî welatên derdora behra Xezerê û got:  Paporê Dêylemanê  ji îro ve xizmeta aramî û ewlehiya paporên ticarî  û rawestana li ber terorîstan û bûyerên li pêşerojê dike,.

Serokê Erkantiya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê bal kişande ser pêwîstiya  baldariya li ser bêminetî û  berçavgirtina  hêza zaniyaran di çêkirina cureyên kelûpelên leşkerî li Îranê û got: Hêza deryayî ya Îranê bi amadebûna xwe li avên azad û avên navneteweyî û ew sefera  dîrokî li cîhanê, û herwiha bi çêkirina paporşikêna Dêylemanê  nîşan da ku di heyama boykotan  de jî, bi palpiştiya hêza navxweyî dikarin serkeftinên bêhejmar bi dest bixin.

Serepeyv