Mijdar 12, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Hevdîtin û şêwirînên Serokê Komara Îslamî ya Îranê digel rayedarên welatên îslamî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serdana xwe ya Riyazê da li rex komcivîna serokên welatên îslamî digel Muhemed Bin Selman Welîehdê Erebistana Seûdî û Serokkomarê Misrê hevdîtin pêk anî.

Seyid Îbrahîm Reîsî digel Ebdulfettah Sîsî Serokkomarê Misrê, Mihemed Weled Şêx Ehmed Xezwanî Serokkomarê Morîtaniyê û hin rayedarên welatên îslamî hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtina Reîsî û Muhemed Bin Selman welîehdê Erebistana Seûdî da du aliyan tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên Tehran û Riyazê kirin; du aliyan her wiha tekezî li ser yekitiya Cîhana Îslamê ji bo alîkariya bo Filistînê, pêwîstiya gihandina alîkariyan bo xelkê Xezeyê û pêwîstiya bidawîanîna cinayetên Rejîma Siyonîst kirin. di vê hevdîtinê da Seyid Îbrahîm Reîsî welîehdê Erebistan vexwend ku serdana Îranê bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha di hevdîtina digel Ebdulfettah Sîsî Serokkomarê Misrê da tevî tekeziya sser pêwîstiya yekitiya welatên îslamî got: Komara Îslamî ya Îranê ti bertbendekê ji bo berfirehkirina peywendiyan digel welatê dost anku Misrê nabîne. Wî her wiha got: Ji bo hemiyan aşkira ye ku Amerîka û Rejîma Siyonîsst nahêlin derbasgeha sînorî ya Refehê ji bo gihandina alîkariyê bo xelkê mezlûm û bêberevan ê Xezeyê were vekirin, lê divê ev astengîderxistin bên rakirin. Sîsî jî di vê hevdîtinê da bi gotina vêya ku vîna siyasî ya teqil ji bo pêkanîna peywendiyên rasteqîn digel Îranê heye, got: Me ji bo vî karî wezîrên têkildar erkdar kirine da ku peywendiyên kûr navbera du welatan bişopînin.

Reîsî her wiha di hevdîtina bi Mihemed Wele Şêx Ehmed Xezwanî Serokkomarê Morîtaniyê da tevî diyarkirina hêvîdariya xwe derheq vêya ku lidarxistina Komcivîna hevpar a serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî û Yekitiya Ereban bikare alîkariyê bide rawestandina herî bilez a êrîşên cinayetkarane yên Rejîma Siyonîst, rakirina dorpêçê û şandina alîkariyan bo xelkê mezlûm û bêguneh ê Xezeyê, got: Roja îro pêwîstiya xurtkirina peywendiyên welatên îslamî zêdetir ji her demeke din tê hîskirin.

Serepeyv