Cotmeh 26, 2023 18:55 Asia/Tehran
  • Li Urmiyê kûçikên bêxwedî zarokek 3 salî kuştin

Serokê Orjansa nexweşxaneyê ya zanîngeha zanistên pizîşkî ya Azerbaycana Rojava ragihand: Zarokek sê salî li bajarê Urmiyê ji ber êrişa kûçikên bêxwedî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora Fars News`ê ji Urmiyê, Ferzîn Rizazade, berpirsê Ûrjansê yê zanîngeha zanistên pijîşkî ya Azerbaycana rojava ragihand: Zarokek sê salî li Şehreka şahid a Urmiyê bi sedema êrişa kûçikên bêxwedî bi tundî birîndar bû.

Wî her wiha ragihand: Tevî ku karmendên di hawarê de çûnê hatin şandin bo cihê bûyerê, lê xelkê taxê bi awayekî xwebexş ew rakirin nexweşxaneyê.

Rizazade her wiha got: Mixabin ji ber xedarbûna birînan zarokê hanî beriya ku bigihe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Wî  her wiha diyar kir:  Şopandin û lêkolînên zêdetir derbarê vê bûyerê de dewam dikin.

 

 

 

 

Serepeyv