Destpêbûna xebatên îktişaf û kolandinê li komavahiya madendî ya uranyumê li Azerbaycana rojava
Bi amadebûna Cîgirê Serokomar û Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, li Komavahiya Maden û Pîşesaziya Uranyomê ya Azerbeycana Rojava xebata kolandin û îktişafê dest pê bû.
Operasyona kolandin û îktişafê li komavahiya Maden û Pîşesazî ya uranyomê ya Şuhedayê Azerbeycana Rojava vê sibê bi amadebûna Mihemed Îslamî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê û parzêgar û rêveberên pilebilind ên pêşeya navokî ên parêzgehê dest pê bû.
Kana Dîlek Vêrdî ketiye bakurê parêzgeha Azerbeycana Rojava û îro qonaxa yekem a derxistina uraniyomê ji vê kanê dest pê kiriye.
Mihemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, îro danê sibê bona beşdariya di merasima kolandin û îktişafê li devera Dîlek-Vêrdî de, bi pêşewzaiya Mihemed Sadiq Motemêdiyan Qaymeqam û komek berpirsên xwecihî yên bajarê Urmiyê, navenda parêzgeha Azerbaycana gihêşt vî bajarî.