Cotmeh 17, 2023 18:17 Asia/Tehran
  • Asta danûstandinên bazirganî û aborî digel Bêlarûsê heta yek miliyar dolarî dikare were zêdekirin

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Asta danûstandinên bazirganî û aborî digel Bêlarûsê heta yek miliyar dolar di salê da dikare were zêdekirin.

Muhemed Moxbêr Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di hevdîtina digel Rûman Glavçênkû Serokwezîrê Bêlarûsê tevî amajeya bi 30 saletiya peywendiyên siyasî navbera Îran û Bêlarûsê, xurtkirina peywendiyên Tehran û Mînskê wek stratejiya cidî ya Komara Îslamî ya Îranê zanî û got: Têkiliyên aborî yên du welatan li gorî asta bilind a danûstandinên siyasî berfireh nebûne û vîna cidî ya Îran û Bêlrûsê xurtkirina hevkariyên aborî û bazirganî ye.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî sipasiya ji helwêstên baş û guncan ên Komara Bêlarûsê derheq Îranê li civat û yekitîyên navneteweyî, got: Serdana raydarên payebilind ên bêlarûsî bo Îranê bû xaleke werçexanê di zêdekirina peywendiyên du welatan û gelê Îran û Bêlarûsê hêvîdar in ku ev xurtkirina peywendiyên siyasî berjewendiyên aborî û bazirganî yên du dewlet-miletan dabîn bike.

Rûman Glavçênkû Serokwezîrê Bêlarûsê jî tevî diyarkrina meyla ji bo befirehkirina peywendiyan digel Îranê di hemî awaran da, hêvîya xwe diyar kir ku serdana Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo wî welatî rewşê ji bo berfirehkirina hevkariyên tranzîtî, nift, petrokîmya, pêşeyî, sermayeguzarî û beşên din xweş bike.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Bêlarûsê û bi mebesta şêwirîn û gotûbêja digel rayedarên payebilind ên vî welatî di serê desteyeke bilind da îro (Sêşemî) gihîşte Mînskê.

Serepeyv