Cotmeh 11, 2023 09:37 Asia/Tehran
  • Medala Zêrê a Cîhanê ji bo dahênerê îranî yê dermanê penceşêrê

Dahênerê îranî yê dermana penceşêrê mîdala zêr ya pêşbirka navneteweyî ya dahênan û xuliqkariya Swîsreyê ya sala 2023 li cîhanê bi dest xist.

Dahênerê Îranî û endamê Federasyona Dahênerên Cîhanê, Seyd Hemed Mortezawî di dahênekê de bi navê Kepsula mayînde a ji bo pêşîlêgirtin û dermankirina penceşêrê  di pêşbirka navneteweyî ya Federasyona Navneteweyî ya Dahêneran (IFIA) de li Jênêva Swîsreayê madala zêrê wergirt.

Di vê dewra pêşbirkan de 1500 dahênerên navneteweyî ji welatên  cîhanê di nav wan de Kanada, Amerîka, Awustralya, Moroko Endonezya, Tirkiye, Îran, Rûsya, Qeter, Bahreyn, Îngilîstan, Çîn, Hong Kong, Malezya, Tayland, Îmarat û Polonya bi i nûnerê Îranê re ketin pêşbirkê.

Mortezawî diyar kir ku dahênana wî di warê dermankirin û kontrolkirina penceşêrê de ye ku dikare pergala berevaniyê û antîoksîdan û dij penceşêrê hevseng bike û bigihêje xala yekem ku tumorek penceşêrê lê mezin dibe.

Wî got: Ev derman di kontirolkirina penceşêrê de gelek bi bandor e, dermanên îranî bi kalîteya herî bilind in û kompanyayên dermansaziyê şiyana hinardekirina dermanan bo welatên din hene.

 

 

Serepeyv