Cotmeh 02, 2023 19:46 Asia/Tehran

Rêveberê Yekitîya Hevkariyên Heşt Welatên Îslamî got, "Lidarxistina Rûdana Xelata Mistefa (S) dibe sebeba danûstandinên zanistî û teknolojîkî li Cîhana Îslamê."

Ehmer Îsmaîl Rêveberê Yekitîya Hevkariyên Aborî yên Heşt Welatên Îslamî yên di Halê Pêşketinê da (D8) got, Hejmareke zêde ya bijareyên welatên îslamî ji warên cûrbicûr ji wan pizîşkî û pêşeyê beşdarî Rûdana Xelata Mistefa (S) bûn û danûstandineke baş a zanistî û pêşeyî pêk anîn.

Hêjayî gotinê ye, Zêdetirî 100 zanyarên Cîhana Îslamê ji 40 welatî beşdarî Dora 5an a Xelata Zanist û Teknolojiyê ya Mistefa (S) li Îsfehanê bûne.

 

Serepeyv