Cotmeh 02, 2023 18:21 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îdiayên rojavayîyan derbarê mafên jinan tenê ji bo bikaranîna wek darê destan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina digel beşdarên Festîvala Medyaya Rojê da tekez kir: Îdiayên rojavayîyan derbarê mafên jinan tenê ji bo bikaranîna wek darê destan e.

Seyid Îbrahîm Reîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di vê hevdîtinê da got: Jinan di Înqilaba Îslamî da roleke gellekî berbiçav di berxwedana li hemberî rejîma sitemşahî, serdema Berevaniya Pîroz, avedanî û warên cûrbicûr ên zanistî, çandî, civakî, siyasî û werzişî da hebûne û hene.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îro welatên rojavayî mijara berevaniya jki mafên jinan tenê wek darê destan ji bo anîna zextê ser welatên serbixwe bi kar tînin û alîgirê mafên jinan û mafên mirov nînin; ji ber ku tomareke bilind ji binpêkirina mafên mirov û jinan li civatên rojavayî tê dîtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rojavayî ev 70 sal e ku mafên gelê Filistînê berçav negirtine û encama hebûna wan a 20 salî li Efxanstanê jî tenê wêranî û kuştin bûye.

Reîsî got: Rojavayî nemaze Amerîka bi empratoriya xwe ya medyayî rastiyên bi awayekî xalifandî dibêjin, nûçeyên deqîq û rastîn serkut dikin û li dû berbelavkirina cahiliyeta modern li nav gelan in.

 

Serepeyv