Cotmeh 02, 2023 07:47 Asia/Tehran
  • Ehmediyan: Her guhertinek di jeopolîtîka navçê de dibe sedema bêîstiqrariyê û berfirehbûna qeyranê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê got: Her guhertinek di jeopolîtîka navçê de, wê herêmê bêewlehtir bike û bibe sedema bêîstiqrariyê ûberfirehbûna qeyranê.

 

Elî Ekber Ehmediyan, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê di hevdîtina bi Armen Grigorian, Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenistanê re , bal kişand ser alûgurên dawîn ên li herêma Qefqasyayê û pêwîstiya hewldanên hemû aliyan ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li welatên navçeyê û got: Her guhertinek di jeopolîtîka herêmê de ne ewle ye û dibe sedema bêîstiqrariyê û gurrbûna qeyranê.Nûnerê Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li Civata Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, bi şirovekirina siyaseta bingehîn û cidî a Komara Îslamî ya Îranê di warê berfirehkirina hevkarî û hevahengiya bi cîranên xwe û avakirina navçeyeke dûrî her cure alozî û nakokiyan û got: gotûbêjên eşkere û kêrhatî ên di navbera welatên navçeyê de bingeha ewlehiya mayînde geşepêdana hevseng û tenahiya gelên herêmê ye.Grîgoryan  jî amaje bi peywendiyên dîrokî ên Êrîvanê û Têhranê kir û amadebûna Ermenistanê ji bo berfirehkirina giştalî ya peywendiyan bi Komara Îslamî ya Îranê re ragihand.Sekreterê Konseya Ewlehiya Netewî ya Ermenistanê bi amaje bi rola bibandor a Komara Îslamî ya Îranê li pêkanîna aştî û aramiyê li navça Qefkasyayê,daxwaza berdewamya rola Îranê li vî warî de kir.

 

منبع خبر

Serepeyv