Îlon 25, 2023 16:14 Asia/Tehran
  • Hilkolandina rêyên berfirehkirina hevkariyên Îran û Tirkiyê di serdana parêzgarê Azerbaycana Rojava de bo vî welatî

Alîkarê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê û parêzgarê Azerbaycana Rojava bona hilkolandina rêyên berfirehkirina hevkariyên dualî sefera Tirkiyê kir û ji aliyê parêzgarê Wanê ve hat pêşwazîkirin.

 

Muhemed Sadiq Motemidiyan, Cîgirê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê û Parêzgarê Azerbeycana Rojavayê, bi  şandekê re bona  beşdariya di 6-emîn civîna hevkariyên navbera parêzgehên sînorî yên Îran û Tirkiyê ,ji sînorê Raziyê  ve derbasî Tirkiyê bû û bi fermî  ji aliyê Qayîmmeqamê Wanê ve hat pêşewzaîkirin.

Parêzgarê Azerbeycana Rojavayê dema gihêşt Tirkiyê, diyar kir ku şanda aborî ya Îranê ji rêveberên hikûmetê û çalakên aborî yên beşa taybet pêk tê û got: Têkilî û hevkariya her du aliyan û berfirehkirina têkeliyên giştalî di warên aborî, bazirganî, civakî, çandî û werzişî de  ji armancên  herî giring ên vê civînê ne.

Mihemed Sadiq Motemediyan her wiha got: Em hêvîdar in, ji ber şiyanên baş ên her du aliyan û hebûna 566 km sînorê hevpar di navbera Azerbaycana Rojava û 4 parêzgehên Tirkiyê de, peywendiyên navbera Îran û Tirkiyê bên berfirehtirkirin.

Parêzgarê Azerbaycana Rojava her wiha got ku biryar e asta bazirganiya navbera Îran û Tirkiyê  were zêdekirin û  bigihêje 30 milyar dolarî.

Parêzgarê Wanê di hevdîtina bi şanda Îranê re got: Armanca vê hevdîtinê, berfirekirina hevkariyên parêzgehên her du welatan li sînorên rojhilatê Tirkiyê û rojavayê Îranê di warên aborî, bazirganî, siyasî û civakî de ye û got ku di hevdîtinên dualî de, emê mijarên pisporiyê  yên parêzgehên sînorî binirxînin da ku bi xêzkirina nexşeyên nû, hevkariyên xwe yên aborî berfirehtir bikin.

Şeşemîn civîna hevkariyên aborî  navbera parêzgehên sînorî yên Îran û Tirkiyê sibê û dusibe li bajarê Wanê dê were lidarxistin.Mihemed Hesen Hebîbullahzade, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Tirkiyê jî got: Em bi dû danûstandina bazirganî ya 30 milyar dolarî di navbera Îran û Tirkiyê de ne.

Hebîbullahzade ragihand ku Azerbaycana Rojava û çar parêzgehên sînorî yên Tirkiyê, taybetmendiyên aborî yên girîng hene ku yek ji wan taybetmendiyan, tranzîta kelûpelan  û hinardekirina enerjiyê ji rêya parêzgehên sînorî yên Îran û Tirkiyê ye.

Serepeyv