Îlon 25, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Emîr Ebdullahiyan: Îran berdewam ji Amerîkayê peyamên erênî werdigre

Wezîrê karên derve yê Îranê li dawiya serdana xwe ya heft rojî bo New Yorkê got: Îran berdewam ji emerîkiyan peyamên erênî werdigire.

Husêyn Emîr Aabdollahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku ji bo beşdariya li 78`emîn Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) sefera New Yorkê kiribû, li dawiya sefera xwe ya 7 rojî li gotûbêja bi IRNAyê got: Îran berdewam peyamên erênî ji emerîkiyan distîne, lê ew li gorî reftarên pratîkî yên Amerîkayê qezawetê dikin.

Emîr Ebdullahiyan bal kişand ser vê yekê ku di hevdîtina bi Bedir El-Buseidî wezîrê karên derve yê Umanê re, dawîn rewşa muzakireyên rakirina boykotan nirxand û got ku her plan û destpêşxeriyek ku  berjewendiyên gelê Îranê dabîn bike û rêzê li hêlên sor ên welêt bigire û encama wê  rakirina boykotan û vegerandina hemû aliyan li ser sozên xwe be dikare di  bala Îranê bikşîne.

Komara Îslamî ya Îranê piştrastkirina rakirina boykotan, wergirtina garantiyan li bara mayîndebûna Rêketinama navokî û rakirina îdiayên padimanî yên Ajansa Atomî wek  daxwazên xwe yên sereke li gotûbêjên rakirina boykotan da zanîn.

 

منبع خبر

Serepeyv