Îlon 25, 2023 07:29 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îranê tu hewcetî bi çekên navokî nîne

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Bikaranîna çekên navokî û bi giştî bikaranîna çekên tevkujiyê di doktrîna leşkerî ya Îranê de cihek xwe tine, ji ber ku Îranê bawerî bi wan çekan nîne.

Seyd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Islamî ya Îranê di hevpeyvîna bi kanala CNN`ê  re li bara tawanên  bêbingeh ên rojava û Rêjîma Siyonîst ji bo ne-aştiayne nîşandana bernama navokî ya  Îranê de got: Îranê bi caran ragihandiye ku bikaranîna çekên navokî  û bi giştî  bikaranîna çekên komkujiyê di doktrîna leşkerî ya Komara Îslamî de cihek xwe tine ji ber ku baweriya wê bi wan çekan tine.

Serokê Komara Islamî ya Îranê wek berteka li hember propagandayên derew ên siyonîstan derbarê rêketinnama normalkirina peywendîyên bi Ereban re, bal kişande ser vê yekê ku hewldanên Emerîkayê ji bo asayîkirina peywendîyên Rêjîma Siyonîst bi welatên erebî yên derdora Kendava Farsl dê  tu carî serketî nabe.

Serokê  Komara Îslamî Îranê destnîşan kir: Normalkirina peywendiyên Rejîma Siyonîst û Erebistana Siûdî ku mazûvanê navendên  pîroz ên îslamî ye, dê xelata herî mezin be ji bo rejîma dagîrker  û jeopolîtîka Rojhilata Navîn biguhere.

Serepeyv