Îlon 24, 2023 15:58 Asia/Tehran
  •  Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê 30 tqînên hevdem li Tehranê pûç kirin û 28 terorîst jî girtin

Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê qala bêbandorkirina 30 teqînên hevdem li Tehranê û desteserkirina 28 terorîstan kir.

Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Hêzên Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê komploya hovane ya 30 teqînên terorîstî yên hevdem li navendên qerebalix kleşf û pûç kir û hemî hokarên wê desteser kirin.

Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye: Hêzên Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê di rojên dawî da di rêzeoperasyonên hevdem li parêzgehên Tehran, Elborz û Azerbaycana Rojava çend bingeh û malên tîmî yên terorîstan dane ber êrîşê û 28 endamên toreke terorîstî desteser kirine.

Di dewama Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê da hatiye: Ev kes girêdayî bi koma cinayetkar a DAIŞ'ê bûne û hejmareke wan xwedan raboriya hevrêtiya digel tekfîrioyan li Sûriyê an jî hebûna li Efxanistan, Pakistan û Kurdistana Iraqê bûne.

Di daxuyaniya Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê da hatiye: Gellek teqemenî û bombeyên amade û mîqdareke zehf a pêdiviyên çêkirina bombeyan, pakêteke pêkhatî ji 100 pêşdibiyên pêş-teqandinê û alavên elektronîkî yên cûrbicûr ji bo bombeyên demê, 17 çekên kemberî yên amerîkî hevrê digel gulleyan, gellek amûrên têkilîdanînê yên hişmend û setlaytî, kincên leşkerî û êleka xwekuştinê ji terorîstan hatine zeftkirin.

 

Serepeyv