Îlon 22, 2023 17:15 Asia/Tehran
  • Sefera Fermandê Hêza Quds ya Sipahê bo Sûriyê

Fermandê Sipaha Qudsê ya Îranê di sefereke hestiyar û girîng bo Sûriyê bi hejmarek ji berpirsên fermî, leşkerî, ewlehî û siyasî û kesayetiyên gelanî yên Şamê re hevdîtin pêk anî û serdana hejmarek ji navçeyên cuda yên operasyonê yên vî welatî kir.

Hac Îsmaîl Qaanî di sefera Sûriyê de, beşdarê meşqa leşkerî ya hevpar a Îran û Sûriyê bû û bona rawestana li himber bêewlehiyên eskerî û ewlehiyê rewşa navçe û mêhwerên hestiyar ên Sûriyê bi amadebûna karbidestên leşkerî yên vî welatî hilkoland.

Fermandê sipaha Qudsê di vê seferê de bal kişande ser vê yekê ku Amerîka bingeha sereke ya gendelî, alozî terorîzm  û nakokiyên Sûriyê, navçe û cîhanê ye û got: Sûriye û Îran welatên birayê hev in û têkiliyên istratejîk, giştalî û kûr hene.

Komara Îslamî ya Îranê dê di li himber kêşeyan de li kêleka gelê Sûriyê û  hikûmeta Sûriyê bimîne.

Hêjayî gotinê ye ku Serdar Qaanî bona piştgiriya ji berxwedanê û berevaniya  ji welatên  ku  li himber zilm û zora îstikbara cîhanî rawestane,  serdanên meydanî bo hejmarek ji welatên navçê kir.

 

Serepeyv