Îlon 22, 2023 15:18 Asia/Tehran
  • Di merasima hêzên çekdar de mûşeka haypersonîk a Fettah û Kirûz Pave ya Sipahê Pasdaran hatin nîşandan

Mûşeka haypersonîk a Fettah û mûşeka kurûz a Paveh yên Hêza Fezayê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bo cara yekem li merasima hêzên çekdar li Têhranê hatin nîşandan.

 

Di merasima îro ya hêzên çekdar ên li Tehranê de 4 mûşekên hîpersonîk ên Fettah ên Hêza Hewayî ya Feyleqê Pasdaran hatin nîşandan.

Her wiha ji bo cara yekem mûşeka Kruzê ya dûravêj a Paveh ku di destê Hêza Hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî de ye, di merasima îro ya hêzên çekdar de hat nîşandan.

Îro bi boneya destpêbûna hefteya berevaniya pîroz balefireke bêfirokevan a întiharî ya bi navê Areş ku  firokeya bêmirov a herî dûrmenzîl a cîhanê ye di merasima hêzên çekdar ên Îranê de hat nasandin.

Îro hevgavê hefteya berevaniya pîroz, merasima  îqtidara  hêzên çekdar li bajarê Bandar Ebas û hemû navendên parêzgeh û bajaran birêve çû û hin alavên berevaniyê yên hêzên çekdar ên Îranê hatin nîşandan.

 

منبع خبر

Serepeyv