Îlon 22, 2023 08:38 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê: Şer di doktrîna leşkerî ya Îranê de ciheke xwe tine

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Şer di doktrîna leşkerî ya Îranê de cihek xwe tine, lê parastina amadetiya leşkerî bi helwêsta berevanîyê, siyasetek cidî ye.

 

Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja îniyê di rêûresma  hêzên çekdar bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz de got: Komara Îslamî modeleke  hikimdariyê bi manewiyat û demokrasiyê bi hev ve ye û em dikarin hînî gelên navçeyê bikin ku tişta ku zorê dide dijmin ku paşde vegere, ne teslîbûn, lawazbûn û vekişyan e, belkî berxwedan û rawestan dijmin paşde dide.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Berevajî hêzên çekdar ên biyanî ku hebûna wan pirsgirêk û qeyranan çêdike, hebûna hêzên Îranê li navçe û Kendava Farsê ewlehiyê pêk tîne.

Rayîsî tekez kir: hejmoniya hêzên çekdar û piştevaniya gel bûye sedem ku dijmin behsa êrişên leşkerî neke û ev bijarde ji edebiyata wan hatiye reşkirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Pîlana dijmin ya bona ku Îranê bixin tecrîdê, işkest xwariye û bi hejmonî û rawestana hêzên çekdar û gelê me, plana dijmin ya bêhêvîkirina gel jî bêencam maye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar amade ne ku bi hemî welatên navçê re ji bo pêkanîna baweriyê hevkariyê bikin û destên hêzên çekdar ên navçê ji bo paqijkirina navçê û Kendava Farsê ji biyaniyan bi germî digrin   da ku ewlehiya navçê bi hêzên navçê dabîn bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha diyar kir ku normalkirina peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst re bo welatên navçê  ewlehiyê çê nake û got: Gelên navçê ji Rêjîma Siyonîst  kîn  û nefreta wan heye û normalkirina peywendiyan bi vê rejîma dagirker re xencerek e ji bo gelê Filistînê û bereya  berxwedanê.

Îro 22ê Îlona 2023an hevgavê  e bi salvegera destpêkirina şerê sepandî yê rejîma Beis a Iraqê li dijî Komara Îslamî ya Îranê.

Artêşa dagirker a rejîma Seddam di Îlona 1980’a de, bi vê  fikrê ku di dereqa  hefteyekê de, dê bikarbe Têhranê feth bike, bi hemû çekên xwe  dest bi  êrîşeke mezin  ser Îranê kir.31 Rezberê  di rojhejmêra Îranê de destpêka hefteya Berevaniya Pîroz e û di vê heftiyê de merasîmên curbicur li seranserê Îranê îslamî tên lidarxistin.

 

منبع خبر

Serepeyv