Îlon 21, 2023 10:04 Asia/Tehran
  •  Serokê Komara Îslamî ya Îranê zivirî Tehranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku di serê taximeke siyasî ya payebilind da ji bo beşdariya di Komcivîna 78an a Civata Giştî ya NY'yê çûbû New Yorkê, êvara Çarşemiyê berê xwe da Tehranê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana xwe ya sêrojî bi amadebûna li koma sernivîskarên payebilind ên medyayên amerîkî dest pê kir û bi press konferansa digel nûçegihanên navneteweyî bi dawî anî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê serdanê da digel Antoniyo Gûtêrş Sekreterê Gişûtî yê NY û serokkomarên Krowasî, Qezaqistan, Cezayîr, Qirqîzistan, Tacîkistan, Srî Lanka û serokwezîrên Iraq, Japon û Malezyayê û Serokê FIFA'yê hevdîtin pêk anî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha digel komeke sernivîskar û nûçegihanên payebilind ên medyayên amerîkî, ramanwerên siyaseta derveyî ya Amerîkayê, endamên Konseya Peywendiyên derveyî ya Amerîkayê, endamên Taxima Rêveber a Civata Şîeyên Ameîkayê, rêberên dînên bîlahî û îraniyên niştecihê Amerîkayê hevdîtin pêk anî.

Beşdariya di Komcivîna 78an a NY armanca herî sereke ya serdana sêrojî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara Sêşemiyê beşdarî vê komcivînê bû û axivî.

Her wiha beşdariya di press-konferansekê bi beşdariya nûçegihanên medyayên navneteweyî bernameya herî dawî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bû.

 

Serepeyv