Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Sibe mohleta rêketina ewlehiyê ya Îran û Iraqê dawî dibe
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand sibê ,Sêşemê mohleta rêketina ewlehiyê ya Îran û Iraqê dawî dibe.
Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro di civîna xwe ya rojnamevaniyê de bal kişande ser vê yekê ku rêketina ewlehiyê ya Îran û Iraqê tam cih nehatiye û got, hêzên çekdar ên cudayîxwaz û terorîst li Herêma Kurdistana Iraqê divê bên bêçekkirin û ev hêz divê li cihên diyarî de bên bicihkirin.
Kananî her wiha got ku gelek xalên rêketina bi Iraqê re tam nehatine cîbicîkirin û tenê hinek meqer hatine valakirin û terorîst hatine veguhestin bo dervey sînoran.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê teqez kir ku Îran dê di mijara ewlehiyê sulhê neke û venekişe. Ewlehiya sînorên hevpar bi Iraqê ji bo me girîng e û em li pişta netewe û hikûmeta Iraqê ne.
Kananî got, hebûna komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê û sînorên hevpar derbê li ewlehiyê dixe û em micid in ku rêketinê tam cih bînin.
Wezîrê Berevanî yê Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha teqez kir ku rêketina Îran û Iraqê bo bêçekkirin û derxistina terorîstan ji Herêma Kurdistanê nayê dirêjkirin.
Em ê di xuleka 90-ê de oltîmatomê binirxînin û li gorî wê biryarê bidin.
Serdar Ebas Nîlfrûşan, cîgirê operesyona Sipahê Pasdaran, pêştir di gotûbêjekê de ragihandibû: Piştî muzakireyên li dû hev, me di dawiyê de bi hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê rêketinek îmze kir ku dawiya wê rêketinê 19ê Îlonê ye.
Wî got em pêbendî hemû xalên rêketinê ne, ne peyvek kêmtir û ne jî peyvek zêdetie.
Em çavrê ne ku aliyên din jî çawa ku Komara Îslamî ya Îranê soza xwe cîbicî kiriye, ew jî sozên xwe li gor peymanê cîh bînin neku emê vegerin rewşa berê û em neçar in berevaniya berjewendiyên gelê Îranê bikin.