Îlon 04, 2023 17:31 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Islamî ya Îranê li ser zêdekirina hevkarîyên welatên navçê teqez kir

Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina balyozê nû yê Îranê li Erebistanê, bal kişand ser vê yekê ku zêdekirina hevkariyên welatên navçê dê asta wan li hevkêşiya cîhanî bilind bike.

Elîriza Inayatî sefîrê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Erebistana Siûdî, di sefera Riyazê bi Seyd Îbrahîm Reîsî, serokomarê Îranê re hevdîtin pêk anî. Serokê Komara Îslamî ya  Îranê li vê hevdîtinê de bal kişande ser nêrîna  Komara Îslamî ya Îranê  di warê xurtkirina peywendiyên digel cîranên xwe û  Îran û Erebistana Siûdî wek du welatên bibandor li navçê û cîhana islamê bi nav kir û xwest ku  her du welat  şiyanên  xwe  ji bo pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel cîranên xwe bi kar bînin. 

Rayîsî  got: Hevkariya Îran û Erebistana Siûdî û zêdekirina hevkariyên welatên navçê di warên dualî û çendalî û di warê meselên cîhana islamê de li her du asta dewletî û gelanî, bûye sedem cih û şûna  welatên navçê  di hevkêşeyên herêmî  de bilind bibe  û rê li ber destwerdanên biyanî bigre. 

 

منبع خبر

Serepeyv