Tebax 24, 2023 10:00 Asia/Tehran
  • Serdana Reîsî ya Johannesburgê; Biryara Îranê ya endametiya li BRICSê ​

Seyîd Îbrahîm Reîsî, Serokê Kmara Îslamî ya Îranê çarşemiyê şevê beriya çûna Afrîqaya Başûr bo pişkdariya li civîna BRICSê got: BRICS kariye welatên serbixwe bona hevkariyên aborî û têkoşîna li dijî yekalîxwaziyê bicivîne û armanca me jî hevkariya bi vê komê re ye.

 

Serokê Komara Îslamî ya  Îranê destnîşan kir ku Îranê peywendiyên xwe bi welatên serbixwe yên cîhanê re xistiye rojeva siyaseta derve û got: Bê şik îro rojê BRICS hêzeke nû  li cîhanê ye û  Îran dixweze bi vê koma re  hevkariyê bike.

BRICSê hin zûrûfên xwe hene û şiyanên Îranê jî ji bo vê komê balkêş in, ku bi hevkariya dualî dikarin bi başî van zirûfan bi kar bînin. Vêca  eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê bi hatine dewleta sêzadn bi serokatiya  Îbrahîm Reîsî bingeha  peywendiyên siyasî û bazirganî bi welatên cîran û hevalbendên xwe yên li rojhilat re xurtir kiriye, nêrîna xwe  ku armanca wê geşatiya aboriya Îranê û rawestana li ber boykotên aborî yên Amerîkayê ye;

Di rastî de, di vê midehê de, siyaseta derve ya Îranê li ser pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên navneteweyî yên çend alî bi van welatan re bona  hewldana  jibo endametiya  nav rêxistinên navçeyî û navneteweyî yên wekî Yekîtiya Aborî ya Ûrasyayê û Rêxistina Hevkariya Şanghayê bûye

Niha jî endametiya  nav BRICSê dikare pêngava din a dîplomasiya aborî ya Îranê ji bo zêdekirina peywendiyên çendalî yên navneteweyî û navçeyî were nirxandin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê di vê seferê de ji xeynî beşdarbûn û axiftina di 15`emîn civîna BRICSê ku rayeadrên  70 welatan têde hatine vexwendin, dê bi hejmarek ji rêberên welatên beşdarê civînê re jî hevdîtin û gotûbêj bike.

Husêyn Emîrebdolahiyan, wezîrê karên derve û Mihemed Cemşîdî, alîkarê siyasî yê nivîsgeha Komara Îslamî ya Îranê, hevrêtiya Seyîd Îbrahîm Reîsî li vê seferê dikin

Serepeyv