Tebax 21, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Mideha rêkeftina navbera Îran û Amerîkayê 2 meh e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dema peymana navbera Îran û Amerîkayê 2 meh e.

Nasir Kananî, Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê îro li civîna rojnamevaniyê ya heftane derbarê pêvajoya niha ya veguhartina girtiyan û azadkirina pereyên Îranê li Koreya Başûr got: Dema ku rayedarên peywendîdar diyar kirine, herî zêde du meh bûne.

Kananî her wiha got: Em geşbîn in ku di heyama diyarkirî de,demajoya veguhestina pereyên Îranê cih were û li gor zanyariyên ku me hene, kar bi awayekî baş bi pêşde diçe.

Kananî her wiha li ser azadkirina pereyên blokekirî yên Îranê li welatên din tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê di warê bidestxistina mafên gelê Îranê de sersarî nekiriye û dê neke jî û dê bi micidî riya xwe bidomîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê  bi bal kişand ser vê yekê ku îro roja cîhanî ya mizgeftan e û got: Îro bîranîna kiryara Rejîma dagîrker a Siyonîst a di warê şewitandina Mizgevta  Eqsayê ye  ku bi pêşniyara Komara Îslamî ya Îranê  wek Roja Cîhanî ya Mizgeftan hatiye  bi navkirin, cîhana îslamê dê  tu cure destdirêjiya ser vê mizgevtê  qebûl neke.

Nasir Kananî li ser kiryarên dijî îslamî û bêrêziya li Qurana pîroz li Swêd û Danîmarkayê got: Îranê berî niha jî ragihandibû  bona protestokirina bêrêziya li qurana pîroz balyozê nû yê vî welatî qebûl nake lewma kardarê vî welatî banî Wezareta Derve hatiyekirin. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha got, kardarê Danîmarkayê jî ji  ber amade nebûna balyozê vî welatî  banî Wezareta Karên Derve hatkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve tekez kir: Nabe  meriv îdiaya aştîxwaziyê bike, lê  berdewan li kolanên welatên ku îdiaya aştîxwaziyê dikin li ser aştî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera ol û peyrewên olên esmanî de,  pirsgirêkan çê bikin. Eva îdiayek tam derew e.

 

Serepeyv