Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Xebata Sipahê cihê şanaziyê ye
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî pêkhatin, pêşketin, geşbûn û têkbirina qeyranan û xebata Sipahê di berûlayên leşkerî, gelanî, xizmetguzarî û avakirinê taybet û cihê şanaziyê zanî.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di hevdîtina digel beşdarên Dora 24an a Civata Bilind a Fermande û Berprisên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da got: Ti komgeheke leşkerî bi vê asta saxlemiya manewî, siyasî, exlaqî û însanî tinebûye.
Wî tevî eşareya bi pêşketin û şînbûn û xurtbûna hundirîn a Sipahê, her wiha got: Ev komgeh aniha veguheriye navendeke ezamet û tam pergalkirî û rêxistina herî mezin a dijeterorîstî li cîhanê ku gellek artêşên mezin ên cîhanê nikarin kiryarên weke çalakiyên wê pêk bînin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî kêmbûn û dubarenebûna hevoka "Bijardeya leşkerî li ser maseyê ye" ji ber hêza pêşîlêgirtinê û şiyanên Sipahê zanî û got: Gişt dizanin ev hevok êdî sivik, bêwate û bênirx bûye.
Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Kiryar û balkêşiyên Sipahêdi berûlayên cûrbicûr da dijmin nîgeran û neçar kiriye ku bi derrew û gotegot û helahelaya pûç Sipahê reş û xerab bike.
Wî di dewamê da got: Nîzama Îslamî gotina her welatekî din heta yên ne-hevfikir ku bêbje biryara wî ya dijminatiyê tineye dipejirîne, lê eger bi fêlbazî û derewgotin û amadetiya wî ji bo derbelêdana ji paş va bihese, ti wextî qebûl nake û di şikandina peymanê da jî reftareke beranber digire ber xwe.
Hezretê Ayetullah Xamineyî hegereke din a dijayetiyan li hemberî nîzama Îslamî mînakbûn û pêşengbûna Komara Îslamî ji bo tevgerên berxwedêr li navçeya hesas a Rojavayê Asyayê zanî û got: Eger Komara Îslamî nebûba mînak, ev dijminatî dê kêmtir bûna.
Wî tevî têkçûna artêşêm pergalkirî yên sê welatên erebî li hemberî rejîma heqîr a siyonîst di salên beriya serkeftina Înqilaba Îslamî da nivîsî: Piştî Înqilaba Îslamî kar gihîşte cihyekî ku vê rejîmê 33 rojan hewl da ku Hizbullaha Libnanê têk bide, lê nekarî û bi serşûrî neçar ma paşvekişe.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Lê roja îro kar gihîşte cihekî ku li erdên dagirbûyî yên Filistînê û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê xort bi awayekî tevdigerin û êrîş dikin ku Rejîma Siyonîst sist û lawaz kirine.
Hezretê Ayetullah Xamineyî hokara sereke ya plandarêştin û qeyrançêkirinê rêxcistinên sîxoriyê weke CIA, MOSSAD û MI6'a Inglîzê zanîn û got: Helbet ewna kirêgirtiyên hundirîn û derveyî û alîgirên rojava û yên hay ji xwe nînin jî bi kar tînin, lê hokara sereke servîsên sîxoriyê ne.