Berdevkê Sipahê Pasdaran: Îran dê bersiva mudaxilên Ameîkayê bide
Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî bal kişand ser ser hêz û şiayna berevaniyê ya Îranê û got: Îran li himber her cure kiryar û destêwerdanên Emerîkayê mîna rawestandina gemiyan, dikare tola xwe hilde.
Serdar Remezan Şerîf, Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî bal kişand ser vê yekê ku welatên navçeyê baş pêhesiyane ku Îranê diçe ku bibe qaweteke mezin a di asta navçeyê û diyar kir: Di şerên rasterast di navbera Îran û Amerîkayê di salên derbasbûyî de, welatên navçeyê bi lawaziya Amerîka û qaweta Komara îslamî ya Îranê hesiyane û zanîne ku divê ewlehiya Kendava Farsê ji aliyê welatên dedora wê ve were dabînkirin.
Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî got: Armanca sereke ya rojavayê ji pêkanîna DAIŞê, nîşandana rûvekeke kirêt û nemirovane ji misilmanan bû ji ber ku beriya pêkhatina DAIŞê pêla îslamxwzaiyê li rojavayê, tirs û xof xistibû nav rayedarên wan.