Tebax 07, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Emîr Ebdulahiyan: Dewama şêr li Ukraynê ne riya çareseriyê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku dewama şerê li Ukraynê ne riya çareseriyê ye û teqez kir Îran dijberê çekdarkirina aliyên têkildar li Ukraynê ye.

 

 Huseyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê ku sefera Tokyoyê kiriye di civîneke ropjnamvaniyê derbarê Ukraynê û hevkariyên leşkerî yên Îran û Rûsiyê de got: Îran tu xwefirek bona xebittandina li şerê Ukraynê nedaye tu aliyekê. 

 Emîr Ebdulahiyan bal kişand ser vê yekê ku  Rûsiye bixwe yek ji berhemhêerên  herî mezin û hinardekerên  çek û sîlehan li cîhanê ye û got: Li gor raporên ku li Japonyayê hatine weşandin, piraniya alavên cengê li şerê Ukraynê ji welatên rojavayî hatine dabînkirin. 

 Wezîrê karên derve yê Îranê  got  par bi xwe ji wezîrê karên Derve yê Ukraynê xwestiye ku ger ti belge derbarê bikaranîna xwefirên îranî hen,e bila raberî rayedarên leşkerî  yên Îranê bikin. 

 

 

Serepeyv