Tebax 02, 2023 17:34 Asia/Tehran
  • Xwefirr û qayîqên bêsernişîn ên pergalkirî bi Hişê Çêkirî di meşqa Sipahê da

Xwefirr û avgerrên bêsernişîn ên pergalkirî bi Hişê Çêkirî di meşa îqtidarê ya Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatin bikaranîn û armancên jipêşva diyarkirî bi diqet ji nav birin.

Di vê meşqê da bo cara yekem Pergala Mûşekî ya Kroz a Xedîr û Mûşeka Balistîk a Feth-360'ê ya pergalkirî bi Hişê Çêkirî hat nimandin û tev li Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bû.

Her wiha di Meşqa Îqtidarê ya Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da, xwefirr û avgerrên bêsernişîn ên pergalkirî bi Hişê Çêkirî hatin bikaranîn û armancên jipêşva-diyarkirî bi diqet ji nav birin.

Di vê meşqê da avgerrên mûşekhvêj bi leza 90 Natî, xwefirr û avgerrên bêsernişîn ên kontrolkirî ji rêya dûr û pergalkirî bi Hişê Çêkirî, balefirên du-mebestî û mûşekên balistîk ên niqtejen ên deryayî di beşên cûrbicûr ên Meşqa Îqtidarê ya Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî operasyonên hişmend û deqîq bi cih anîn.

Serdarê serleşker Hisên Selamî Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li nav koma hêzên beşdar di Meşqa Îqtidarê li Girava Bûmûsa ya Kendava Farsê da got:

Hêzên çekdar ên Îranê ji bo ewlehiya sînoran û parastina serxwebûn û destkeftên mezin ên Înqilaba Îslamî fîdakarî dikin.

 

Serepeyv