Tîrmeh 31, 2023 16:25 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrên Karên Derve yên Îran û Sûriyê

Wezîrê karên Derve yê Sûriyê biWezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî û derbarê meselên li gor elaqetên her du aliyan, meselên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kir.

 

Feysel Miqdad, Wezîrê karên Derve yê Sûriyê ku bi şandekê re sefera Têhranê kiriye, îro nîvro bi Huseyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê karên Derve yê Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir. 

 Şopandina cihanîna belgeyên hevkariyê di navbera her du welatan ku di sefera vê dawiyê ya  Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Sûriyê ji aliyê  serokkomarên her du welatan ve hatibû wajokirin, ji mijarên  herî giring ên muzakireyên Wezîrê Karên Derve yên Îran û Sûriyê bû. Komara îslamî ya Îranê b Sûriyê re hevkariya istarejîk heye û piştgiriya Têhranê ji hikûmeta qanûnî ya Şamê di dereqa qeyranê û alîkariya bo vî welatî di warê rawestana li ber komên terorîst vê yekê nîşan dide. 

 Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê jî derbarê sefera şanda siyasî û aborî ya Sûriyê ya Îranê teqez kir: Lezandina peywendiyên dualî yên her du welatan ji armancên vê seferê ye. 

 Wezîrê rê û Çêkirina bajrêran yê Îranê jî got: gumrika ticarî ya hemî kelûpelên ku Îran û Sûriyê li ser wan li hev kirine, ji holê rabûye û bazirgan dikarin bêyî dayîna heqê gumrikê dest bi hinardekirin û kirîna kelûpelan bikin. 

 

  

 

Serepeyv