Tîrmeh 31, 2023 15:28 Asia/Tehran
  • Nimandina şiyanên nû yên hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî

Berdevkê Sipahê, derbarê nimandina şiyanên nû yên hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî agahî da.

 

 Serdar Remezan Şerîf, Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî, bal kişand ser demajoya rola sipahê bo cihhatina giştalî ya istratejiya  Îrana bihêz û got: Di warê berevaniya deryayî de, dê bi zûtirkê sîstem û şiyanên istaretejîk ên nû yên hêza deryayî ya Sipahê bên nimandin. 

Berdevkê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî bal kişand  ser vê yekê ku  amadetî û şiyanên îro yên sipahê li rex hêzên Çekdar, xala  bergîriyê garantî dike û  nirx û bayexa bingehên  hejmoniya berevaniyê ya welêt  dide xûyanê û got: Heta dawiya îsal, hêz û şiyanên sipahê di beşên curbicur de  dê ji raya giştî û xelkê ezîz ên Îranê re re bên ragihandin. 

 Serdar Remezan Şerîf teqez kir: Îsal dê bibe  xala werçerxanê ya di warê nûjenkirina qaweta berevanî û pêşîlêgirtinê û amadetiyên sipahê bona rawestana cidî li himber gefên muhtemel ên bereya dijminên Îranê. 

 

 

Serepeyv