Tîrmeh 31, 2023 15:26 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê: Em tu carî baweriya xwe li Amerîkayê naynin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê teqez kir: Em tu carî baweriya xwe li Amerîkayê naynin û em ser esasa pêbaweriyê bi Emerîkayê re gotûbêjê nakin.

 Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, îro di civîna rojnamevaniyê ya heftiyê de got: Nêrîna Komara îslamî ya Îranê li hikûmeta Amerîkayê rohn û eşkere ye.  Em tu carî ser esasa  pêbaweriyê bi Emerîkayê re gotûbêjê nakin. 

  Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê fayla dengi ya Robêt Melî, dîplomatê berê yê Amerîkayê û stratejhiya Îranê ya pêşerojê derbarê vê yekê de got: Ev ku wî çi gotiye, berpirsiyariya wê ser istûyê hikûmeta Amerîkayê ye ku meselê zelal bike lê Îran muzakireyên rakirina boykotan li gor  berjhewendiyên neteweyî û bona cihanîna  mafê xwe dişopîne. 

 Kennaî teqez kir: Hêzên sor ên Îranê berjewendiyên  neteweyî ne û eme amadeyî şopandina gotûbêjan û  bi encam gîhandina wê ne. 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê teqez kir: Her westa aliyê himber amade be û em  piştrast bibin ku  aliyê himber pêbendî meselê ye Rêketina navokî dikare bidome û wek tenha aliyê ku bi berpirsiyarî reftar kir em amade ne  bo dabînkirina beerjewendiyên neteweyî yên welêt muzakireyan bidomînin. 

 

 

منبع خبر

Serepeyv