Wezîrê karên Derve yê Îranê: Peywendiya Îran û Iraqê xurt û qahêm e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i342803-wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_peywendiya_Îran_û_iraqê_xurt_û_qahêm_e
Wezîrê karên Derve yê Îranê, peywendiya Têhran û Bexdayê xurt û qahêm dan zanîn û teqez kir têkiliyên xurt û qahêm yên her du welatan li gor peywendiyên gelanî û hevkariya giştalî û fermî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2023 05:05 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên Derve yê Îranê: Peywendiya Îran û Iraqê xurt û qahêm e

Wezîrê karên Derve yê Îranê, peywendiya Têhran û Bexdayê xurt û qahêm dan zanîn û teqez kir têkiliyên xurt û qahêm yên her du welatan li gor peywendiyên gelanî û hevkariya giştalî û fermî ye.

 

Huseyn Emîr Ebdulahiyan,  Wezîrê karên Derve yê Îranê roja yekşemiyê di hevdîtina Cênîn Henîs Plasxart, Nunera Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê li Têhranê got:  Peyweniyên Îran û Iraqê ser xêra aramî, geşatî û ewlehiya mayînde li navçeyê ye. 

 Emîr Ebdulahiyan her wiha bal kişand ser peywendiyên kêrhatî û baş ên Têhran û Bexdayê û ser girîngiya rola navçeyî ya Iraqê teqez kir. 

 Wezîrê karên Derve yê Îranê di bersiva gotinên Nunera Sekreterê Giştî yê NY, ewlehiya sînorên di navbera Îran û Iraqê giring nirxand û cihanîna  deqîq a rêktinameya ewlehiyê di navbera her du welatan de pêwîst da zanîn. 

 Cênîn Henîs  Plasxartê jî di vê hevdîtinê de tevî teqeziya ser rola kêrhatî ya Komara îslamî ya Îranê di peywendiya bi Iraqê re, nêrînên xwe derbarê alûgurên navxweyî û navçeyî têkildarî Iraqê şirovekirin. 

 

 

منبع خبر