Tîrmeh 21, 2023 17:16 Asia/Tehran
  • Pêwîstiya avakirina bereyeke yekgitî ji bo sekinîna li hemberî tevgerên şerûtî yên rojavayîyan

Nimêjkerên Înîyê li seranserî Îrana Îslamî piştî lidarxistina meşa ji bo şermezarkirina bêrêziya li Qurana Pîorz li Swêdê, bi dayîna biryarnameyekê li ser pêwîstiya avakirina bereyeke yekgirtî ji bo sekinîna li hemberî tevgerên şerûtiyê yên rojavayîyan tekez kirin.

Nimêjkerên Înîyê yên seranserî Îrana Îslamî di vê biryarnameyê da ragihandin, Cîhana Îslamê bila bizane ku yekitî û hevgirtina gelên misilman û nêziktirbûna hin welatên îslamî û sersariyê vê dawiyê li hemebrî Amerîka û Rejîma Siyonîst, kabûseke wehşetnak ji bo Amerîka û siyonîstan û hevdestên wan ên weke dewleta Swêdê pêk aniye.

Ev biryarname her wiha dibêje, Xala sereke ya rizgariya îslamê û têkoşîna dijî istikbarê û zorbêjiyên wan li dijî welatên îslamî yekitî û avakirina bereya hevgirtî ji bo sekinîna li hemberî tevgerên pîs û bi şerûtî yên rojavayîyan e.

Nimêjkerên Înîyê her wiha ragihandin: Li hemî welat û misilmanên cîhanê ferz e her kesê ku bêrêziyê li Qurana Pîorz dike, li gorî hikmên îslamê pê ra rûbirû bibin.

Nimêjkerên Înîyê yên seranserî Îranê ji zana û zanyarên Cîhana Îslamê xwestin ku îqtidara Cîhana Îslamê nîşanî rayedarên Swêdê bidin û bi daxwaza ji dewletên îslamî ji bo sekinîna li hemberî vê dewleta girêdayî li civatên navneteweyî û boykotkirina kelûpelên swêdî, îqtidara şopînerên Qurana Pîroz nîşan bidin.

Di dewama vê biryarnameyê da hatiye, Bêrêziya li pirtûka pîroz a asimanî û baweriyên misilmanên cîhanê, dê ti encamek ji bilî ziyana heta hetayî û hêrskirina misilmanan û jinavbirina îqtidar û serdestîxwaziya we tinebe û bêguman hûn ê di pêşerojeke nêzik da bersivên vebirr bibînin.

D vî warî da Wezîrê Karên Derve yê Îranê di nameyekê da bo Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî şermezrkirina bêrêziya li Qurana Pîroz li Swêdê, ji wî xwest ku tevdîrên pêwîst bi mebesta dubarenebûn û pêşîgirtin li dûhatên xeternak ên berfirehbûn û dewama vê diyardeya kirêt û handêr bigire.

Êvara Pêncşemiyê jî balyozê Swêdê li Tehranê wek berteka li hemberî bêrêziya dubare li Qurana Pîroz li vî welatî, bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat hazirkiirn û îtiraza Komara Îslamî jê ra hat ragihandin.

 

Serepeyv