Tîrmeh 21, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • Kenanî: Îdiaya hinardekirina xwefirrên îranî bo Rûsyayê bêbingeh e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hemberî pêngava Yekitîya Ewropayê (YE) ya sepandina boykotên nû dijî Komara Îslamî ya Îranê bi behaneya firotina xwefirran bo Rûsyayê, got: Îdiaya hinardekirina xwefirrên îranî bo Rûsyayê pûç e.

Nasir Kenanî got: Her cûe hewldana ji bo pêkvegirêdana şerê Ukraynê û hevkariyên dualî yên Komara Îslamî ya Îranê digel Rûsyayê, kiryarek tenê ji bo armancên siyasî ye.

Kenanî tevî amajeya bi dijayetiya aşkira û berdewam a Komara Îslamî ya Îranê digel şerê Ukraynê, li ser pêwîstiya lezandina bidawîanîna wê bi rêya dîplomatîk va tekez kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Mixabin welatên rojavayî bi arancên siyasî û bi saya hilêxistina îdiayên pûç û îsbatnebûyî, hewl didin dewamê bidine siyaseta xwe ya nekêrhatî û têkçûyî ya sepandina boykotan dijî gelê Îranê.

Kenanî tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê mafê xwe yê kiryaran beranber û guncan li dijî kiryarên boykotkirinê yên Yekitîya Ewropayê û endamên wê parastî dizane.

Welatên Rojavayî bi rêberiya Amerîkayê ji çend mehan beriya niha û hevdem digel zêdebûna kêşeya di şerê Ukraynê da, hin îdia dijî Îranê hilêxistin ku Tehran bi awayekî cidî wan red dike.

Konseya Yekitiya Ewropayê jî roja Pêncşemiyê bi dubarekirina tawana bêbingeh a piştevaniya leşkerî ya îranê ji şerê Rûsyayê dijî Ukraynê, hinardekirina parçeyên biakrhatî di çêkirina xwefirran ji Yekitîya Ewropayê bo îranê qedexe kir.

 

Serepeyv