Fermandeyê Hêza Berevaniya hewayî ya artêşê: Ewlehiya Îranê xwecihî û navxweyî ye
Tîrmeh 16, 2023 18:28 Asia/Tehran
Fermandeyê Hêza Berevaniya Hewayî ya Artêşa Komara îslamî ya Îranê got: Ewlehiya Îranê xwecî ye ku çavkaniya wê viyan, bawermendî û pêbaweriya di navbera kedkarên Hêzên Çekdar de ye.
Li gorî rapora ISNA yê, Emîr Sertîp Elîriza Sebahîferd,Fermandeyê Hêza Berevaniya Hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi amadebûna li navçeya Berevaniya hewayî ya bakurê rojava, tevî seredana beşên curbicur , asta amadetiya eskerî û şiyana operasyonê ya vê yekîneyê hilkoland.
Wî got: Hêzên Çekdar ên Îranê bi taybet beşa berevaniyê derbarê ewlehî û berjewendiyên neteweyî qet neramatiyênîşan nade ji ber ku hîla sor a hêzên çekdar, nizam û ewlehiya xelkê ye.